PeyamaKurd - Dadgehkirina hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş, li ser 32 fezlekeyan û bi daxwaza 142 sal cezayê girtîgehê li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Sincanê îro jî berdewam dike.
Herwiha çav li rê ye ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê roja 18ê Îlonê biryara xwe ya dawîn di derbarê dosyeya Demirtaş de bide.
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn (16-17 Tîrmeh) a danişîna xwe de got: “Dema min ew axaftina bûye mijara fezlekeya jimara 25an kir, îktîdara AKPê û Cemata Gulen destebirakên hev bûn. Ji wê bonê min ji wan re wisa gotibû.”
Demirtaş ji ber piçûknivîsandina navê Kurd û Kurdistanê di doznameya dozgeriyê ya bo wî hatiye amadekirin, helwesteke tund di danişînê de nîşan da û got, “Dema peyva Kurd û Kurdistanê dibihîzin, sîxê laşê hinekan radibin. Ev dozger jî kesek ji wan e. Xwestiye piçûk bixe.”
Demirtaş di berdewama parastina xwe de anî ziman ku bi helwesta piçûknivîsandina Kurd û Kurdistanê dixwazin heqaretê bikin û wiha got:
“Ez ji wî dozgerî û heyeta dadgehê û endamên darazê re vê dixwazim bêjim. Ez Kurd im. A rast heta hûn nebêjin ‘tu ne Kurd î’ vê nayînim bîra xwe, lê dema hûn wisa li min bikin, ne tenê herfa serî hemû herfan mezin dixwînim ku ez Kurd im û welatê min jî Kurdistan e û wiha li nav girtenameya dadgehê tomar dikim. Heke peyva Kurdistanê, rexnekirina dewlet û hikûmetê û pêşkeşkirina pêşniyazên çareseriyê propagandaya PKKê ve, dozge bixwe ev kiriye. Lewra di axaftina min de tiştek bi navê tundiyê nîne. Divê diyar bike ku min propagandaya terorê kiriye. Tune. Naxwe emê bi texmînî bêjin, çima ku min Kurd û Kurdistan gotiye.”
‘WÊ HEYAMÊ AKP-CEMAT DESTEBIRAKÊN HEV BÛN’
Demîrtaş axaftina xwe ya di fezelekeyê de wiha dubare kir: “Gelê me serê sibehekê rabû gotin ku Komar ava bûye. Dîn qedexe ye, ziman qedexe ye, bawerî qedexe ye. Gel ji xwe re heyîrî ma. Yê ji kevneşopiya îslamiyetê tên jî zilmê dîtin. Lê ew vê kevneşopiyê temsîl nakin. Ev ji kîjan kevnşopiyê tên. Di 12ê îlonê de Kenan Evren darbe pêk anî. Zarokên vî gelî di îşkenceyên giran de derbas kir. Yên tesîra wan rojan birêve dibin vê digotin, em bibin palete tankên te paşa. Ji Kenan Evren re pesnameyan rêz dikirin. Vana kesên xwedî li cunta, darbe, komkujî û înkara wê demê derdiketin tên û bi wê kevnşopiyê tevger kirin. Axaftina min a ‘Em bibin paletên tankên te paşam’ aîdî Fethullah Gulen e. Min ji axaftinek wî ya 12ê Îlonê girt. Wê heyamê deshilatdariya AKPê û Cemata Gulen destebirakê hev, xwişk û birayên hev bûn. Ji ber ku wisa bûn min ji wan re wisa gotibû.”
Parastina îro ya Demirtaş li pêşberî dadgehê berdewam dike…
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin