PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Serokê Partiya Zaferê Umîd Ozdag, dê sibê li navenda partiya xwe bi Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş re bicive.
Ji ber ku di Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê de tu berendamekî ji % 50+1ê dengan negirt, piştgiriya Sînan Ogan ê ku di gera duyem de ji % 5ê dengan stendibû, ketiye asteke xeternak.
Di vê çarçoveyê de hem ji qada opozîsyonê, hem jî ji qada hikûmetê bi pêkhateyên Tifaqa ATAyê û Sînan Ogan re hevdîtin tên kirin.
Sînan Ogan ku niha bala raya giştî li ser e, du roj berê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtin kiribû.
Piştî vê hevdîtinê Alîkarê Serokomar Fuat Oktay gotibû ku “Ew ê tiştên xweş çêbibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin