NY: Muzakereyên ku encam bidin bikin

NY: Muzakereyên ku encam bidin bikin

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li ser dijberiyên navbera Tirkiyê û Yûnanistanê yên li ser Kibrisê daxwuyaniyekî da. Guetrres di dawxuyaniya xwe de got ku bi deh salaye li ser Kibrisê arîşe hene û heya niha teref negihane ti encamê. Guterres got hevdîtinan an muzakereyan li ser Kibrisê bikin ku ew hevdîtin encaman bidin. Sekreterê NY bang li terefên garantor Tirkiye, Yûnanistan û Îngîltere kir ku di mesela Kibrisê de hevkarî û diyalogê bikin. Guterres di rapora xwe de weha got:

“Ji ber di navbera her dû terefan de di mijara Kibrisê de diyalog dewam nake, dema em rewşa siyasî didin ber çav, niha ti hêvî di zemîna hevdîtinên Kibrisê de tine.”

Guterres di mijara çavkaniyên li dora girava Kibrisê de got ku divê her teref ji wan fêde bibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin