NY wextê desthilata kontrola kestiyan ya li peravên Lîbyayê dirêj kir

NY wextê desthilata kontrola kestiyan ya li peravên Lîbyayê dirêj kir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî berê biryarê dabû ku li peravên Lîbyayê ji ber ambargoya sîlihan tê îhlal kirin, îznê dabû hinek welat û rêxistinên herêmê kontrola keştiyan bikin. Ji ber ku wextê erka wan welat û rêxistinan diqede, Neteweyên Yekgirtî car din wextê erka wan an ku desthilata wan ji bo salejî dirêj kir.

Daxwaza biryarê di konseya ewlehiya Neteweyên Yekgirtî de ku ji 15 endaman pêk tê, 9 endam biryarê qebûl kirin û 6 endam rengê dengên xwe aşkera nekirin.

Kontrolên ku li peravên Lîbyayê tênkirin ji aliyê Operasyona İrini ya Yekîtiya Ewrûpayê de têkirin. Operasyona İrini di 31ê Adara 2020an de piştî Konferansa Berlînê destpêkiribû.

Operasyona İrini tekane operasyone ku li herêmê kontrolê dike û ji hêzên gelek welatan pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin