PeyamaKurd - Rayedarekî leşkerî yê hikûmeta Yemenê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin ragihand ku Hûsiyên alîgirê Îranê temamiya peravên Deryaya Sor ên welêt xistine bin kontrola xwe.
Rayedarê Yemenî da xuyakirin ku herêmên li peravên rojava yên ku di destê hêzên hikûmetê de bûn, bi temamî ketine.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Hûsiyan dest danîbû ser Girava Miyun (Perîm) û Giravên Mezin û Biçûk ên Hanişê yên li Deryaya Sor. Ev pêşketin wekî qonaxeke nû di serdestiya Hûsiyan a li ser xetên deryayî û stratejîk de tê nirxandin.