Wezareta Navxwe di derbarê tohmeta radestkirina Daliya Muslîm daxuyanî da

Wezareta Navxwe di derbarê tohmeta radestkirina Daliya Muslîm daxuyanî da

PeyamaKurd – Di daxuyaniyekê de Wezareta Navxwe ya Kurdistanê li ser tohmeta radestkirina biraziya Salîh Muslîm, Daliya Mehmûd Muslîm de bersiva medyaya PKKê da û ragihand, ‘‘Ji dêvla tohmetan, bila PKK ji xwe bipirse, çima mirov ji refên wan vediqetin û çima ji bo rizgarbûna ji gefên wan amade ne bi rêyên qaçax jiyana xwe bixin metirsiyê.

Ev çend roj in medyaya PKKê û yên nêzîkî wan tohmetan davêjin Hikûmeta Kurdistanê ku qaşo keseke nêzîkî malbata Salih Muslim teslîmî Tirkiyê kirine.

Li ser vê mijarê, Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, belavkirina wan nûçeyan, tenê ji bo rastiyan berovajî bikin e.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew keça ku tê behskirin navê wê Daliya Mehmûd Muslim (Viyan Şervan) e. Piştî ku bi xortekî Bakûrî yê bi navê Selam Remezan Mihemed (Tolhildan) re evîndariyê dike, herdu ji nav refên YPGê vediqetin û direvin Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyên Wezareta Navxwe, roja 9ê vê mehê, xortê Bakurî bi rizamendiya xwe diçe Tirkiyê û teslîm dibe, roja 14ê vê mehê jî keçik bi qaçaxî diçe Tirkiyê û li bajarê Mêrsînê teslîmî polîsê Tirkiyê dibe. Ji ber wê jî Hikûmeta Kurdistanê bi ti awayî bi vê mijarê re ne eleqedar e.

Wezareta Navxwe bang li PKKê û medyaya wê kiriye, li şûna belavkirina wan tohmetan, ji xwe bipirsin ka çima mirov dest ji wan berdidin.

Wezareta Navxwe destnîşan dike, ‘‘Dezgehên pêwendîdar yên Kurdistanê bo lêkolînê amade ne, lê bila her kes bizane Herêma Kurdistanê her dem sitareka aram e bo her kesî û tohmetên wisa jî ti bandorê li vê yekê nake.’’

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin