PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg li ser ketina balafira Ûkraynayê li Tehranê û mirina 176 kesan ragihand:
“Dibe balafir ji aliyê sîstema parastina Îranê de hatibe xistin.”
Di mijara ketina balfira Ûkraynayê de serokê Amerîkayê Trump, serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau û niha jî sekreterê giştî yê NATO yê di heman fikrê de ne ku dibe balafira Ûkraynayê ji aliyê fuzeyên Îranê de hatibin xistin.
Di balafirê de 82 Îranî, 63 Kanadayî, 11 Ûkraynî, 10 Swêdî, 4 Afaxanî, 3 Alman û 3 Brîtanî miribûn. Îranê red kiribû ku qutiya reş bidin Boeingê an jî Ûkraynayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin