Wezareta Navxwe li ser qedexeya çûnûhatinê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Navxwe li ser qedexeya çûnûhatinê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd –  Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, li ser qedexeya çûnûhatinê ya di rojên cejnê de, daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, divê rê li ber dirustbûna qerebalixiyê li cihên giştî û cihên geştyarî bê girtin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku qedexeya çûnûhatinê ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê de jî dê weke xwe bimîne û berdewam be.

Wezareta Navxwe dide zanîn, biryarên wan bi mebesta pabendbûn bi rêkarên xweparastinê û rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Korona ne û karasanî bo karê rojane yê welatiyan di rojên cejnê de tê kirin.

Herwiha Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê jî li ser rojên Cejna Remezanê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, di rojên cejna Remezanê de li parêzgeha Hewlêrê qedexeya çûnûhatinê nabe û rê bi welatiyan tê dayîn bi pêkanîna rêkarên tendirustiyê çûnûhatinê bikin û cejna xwe birêve bibin.

Li gor daxuyaniya Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê, nimêja cejnê li mizgefan rêpêdayî ye, lê ji mamostayên olî û pêşnimêjan dixwaze ku pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê liber çav bigrin.

Di biryara duyem ya Odeya Operasyonan ya Hewlêrê de hatiye destnîşankirin, hemû kombûn û qerebalixî li cihên giştî û geştyarî bi hemû awayekê qedexe ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin