PeyamaKurd - Komara Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komara Kurdistanê ya Mehabadê, bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed, 22yê meha Çile ya 1946an li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin. Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn. Îro 74 sal li ser wê roja pîroz a ceribandina dewletbûna Kurdan de derbas bûn û dilsozên doza Kurd û Kurdistanê wê roja dîrokî bibîr tînin.
‘Komara Kurdistanê ceribandina duyem a dewletbûna Kurdan bû’
Di sedsala 20an de, piştî hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê ragihandibû, Komara Kurdistanê ya Mahabadê ceribandina duyem a dewletbûna Kurdan bû.
‘Di demeke kurt de desthilatiyeke demokratîk damezirînin’
Avakirina Komara Kurdistanê berhema geşkirina hizr û bîra neteweyî li civaka Kurdewarî û pêgihiştin û têgihiştina neteweyî û siyasiya neteweya Kurd ya wê serdemê bû. Ji bo wê yekê Komara Kurdistanê demeke kurt da karî li navçeyek da ku niştecihên wê bi destê desthilatdarên paşayetiyê ve dihatin çewisandin, desthilatiyeke demokratîk damezirînin.
Lê belê, hin welatan ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Komara Kurdistanê ku 22ê Çileya sala 1946an bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mahabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin, 17ê Kanûna sala 1946an ango piştî 11 mehan, ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve bi piştgiriya Brîtanyayê hat hilweşandin û Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji hêla Dewleta Îranê ve hatin bidarvekirin.
Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di dîroka Kurdistanê de ceribandineke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê şanaz û serbilind bin.
Qazî Mihemed dema damezirandina Komara Kurdistanê li meydana Çarçira ya Mahabadê ev sond xwaribû: "Bi mezinahiya Xwedê, rumetiya Qur'ana Kerîm, li ser welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li esmanan pêl bidin, ezê têbikoşim."
Pêşewa Qazî Mihemed bi jiyan, kesayet û parastina xwe ya li dadgehê di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.
Wesîyet û parastinnameya Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.
Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.
Pêşewa Qazî Mihemed dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.
Ew dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.
Hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.
Rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.
Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.
Ew Ala ku Pêşewa Qazî Mihemed radestî Mele Mistefa Barzanîyê Nemir kiribû bi xwîna dehhezaran şehîdan, bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Herêma Kurdistanê li ba dibe.
‘Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî de bi giramî bibîr tînin’
Malbata PeyamaKurd wê roja pîroz a dîroka Kurdistanê û wan pakrewanên doza Kurdistanê di şexsê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî de bi giramî bibîr tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin