PeyamaKurd- Piştî wezareta karên derve ya Amerîkayê beyanek jî ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê bi sedema operasyona Tirkiyê ku wê bike ser deverên di bin desthilatiya YPG ê de, hat. Wezareta bergiriyê Pentagon weha got:
“Li bakûrê Sûriyê di hinek deverên xuyane de, me hêzên xwe vekişand.”
Pentagon ragihand ku hemû beşên têkildar di mijarê de agahdarê hevin û di nava têkiliyan de ne.
Li aliyê dinê rêvebirekî Pentagonê ku nexwestiye navê xwe bêje bo medyayê ragihandiye ku haya wan ji biryara Trump heye û weha gotiye:
“Wezîr Mark Esper di dawiya heftê de, di vê mijarê de serokerkan Milley, wezîr Pompeo, balyozê mezin 0’brien û Trump di nav têkiliyan de bûn. Me ji hinek deveran hêzên xwe vekişand. Ciyê ku me li serê lihev kir Til Ebyed (Girê Sipî) û Eyn Îsa ne.”
Rêvebir ragihandiye ku Amerîka operasyonê destek nake û wezîr Esper wê di mijarê de hevkarên wan û Kongress a Amerîkî agahdar bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin