Parlementera frensî li civîna NATOPAyê bertek nîsanî Çavusogluyî da: PKK...

Parlementera frensî li civîna NATOPAyê bertek nîsanî Çavusogluyî da: PKK...

PeyamaKurd - Di Civîna Hevpar Koma Taybet a Derya Spî û Rojhilata Navîn a NATO Parlamenter Asamble (NATOPA) û Semînera RoseRoth ya 99emîn û ya li Antalyayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û parlementera frensî Sonia Krimi di mijara qirkirina ermeniyan da bi hev çûn. Krimi û parlementereke din a frensî Çavuşogluyî protesto kirin û salon terikandin.

KRIMI: PKK JI BO GELEK WELATAN NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE

Parlementera frensî Sonia Krimi ya ku di partiya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronî de siyasetê dike, Tirkiye û wezîrê tirk rexne kir û got:

“Ma ne dîrok ji aliyê kesên serkeftî ve tê nivîsandin? PKK ji bo gelek welatan ne rêxistineke terorê ye lê ji bo we wisa ye. Şîroveya min wiha ye. Divê em vêya li ber çavan bigirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî bersiv da Krimi û got Fransa welatê herî dawî ye ku rexneyan li Tirkiyê bigire, “Fransa, berî her tiştî bila li dîroka xwe ya tarî binêre. Çimkî me kiryarên Fransayê li Ruandayê, Cezayîrê ji bîr nekirine. Ne hedê kesî ye ku rexneyan li Tirkiyê bigire.”

ÇAVUŞOGLU: NE KARÊ SIYASETMEDARAN E KU BÛYEREKE DÎROKÎ WEKE QIRKIRIN BIPEJIRÎNIN

Çavuşoglu wiha berdewam kir, “Hûn dê behsa demokrasiyê û azadiya mafê derbirînê bikin lê ji aliyê din ve biryara Macronî ya ku bûyerên ermeniyan yên sala 1915an weke qirkirinê qebûl bikin. Ev biryar li gorî biryara Dadgeha Federal a Fransayê nakok e. Ne karê siyasetmedaran e ku bûyereke dîrokî weke qirkirin were pejirandin”

Li ser vê daxuyaniya Çavuşoglu Krimi û parlementerên din ên frensî ji salonê derketin. Krimî diyar kir ku Çavuşogluyî wê li ser Twitterê asteng kiriye û wezîrê tirk bi ‘gewcîyê’ tawanbar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron duh 11ê nîsanê biryarnameya naskirina Qirkirina Ermeniyan erê kiribû û ev biryar ketibû meriyetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin