PeyamaKurd – Li sînorê qezaya Xaneqînê, du caran erdhej çêbû.
Desteya Keşnasî û Erdhejê ya Iraqê diyar kir, îro danê sibê li Xaneqînê du caran erd hejiya. Erdheja yekem bi tundiya (2.8) û ya din bi tundiya (3.3) pileyên Richterê bûn.
Zanyarî didin zanîn, tu ziyanên canî û madî nehatine tomarkirin.
Ev di demekê de ye, do jî li Xaneqînê 4 caran erd hejiya û tundiyên wan (2.6), (3.6), (3.7) û (4) pileyên Richterê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin