PeyamaKurd – Li Rojavayê û Kurdistanê, 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 3 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, diyar kir; 41 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 9 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Tebqayê, 6 kes li Reqayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, di 24 saetên dawîn de, 3 kesan can dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine, gihîştiye 9018 kesan, ji wan 1266 kes baş bûne û 353 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin