PeyamaKurd - Jineke DAIŞî ku li kampa Roj a herêma Dêrikê ligel zarokeke xwe dimîne, banga vegera welatê xwe li rêveberiya Amerîkayê dike.
Di hevpeyvîneke kanala NBC a Amerîkî de, jina bi navê Huda Musena ku li Amerîkayê ji dayîk bûye, xwest vegere wîlayeta xwe Alabamayê.
Wê jina DAIŞî poşmaniya xwe ya beşdarbûna rêxistina terorîst aniye ziman û gotiye, “Ez naxwazim dîsan têkevim destê tundrewan, ez dixwazim vegerim.”
Hat zanîn ku berî niha jî jina DAIŞî ev bang li Amerîkayê kiriye, lê hikumeta Amerîkî red kiriye wê werbigire. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo Huda Musena gotibû, ew ne welatiyeke Amerîkî ye û terorîst e.
Bavê Huda endamekî şandeya Yemenî di NY de bû, li gorî qanûna Amerîka jî welatîbûyîn nabe para zarokên diplomatan.
Lê bavê wê, dozek ji bo welatîbûyîna keça xwe vekir ku berî Huda ji dayîk bibe bi çend mehan, wî dest ji karê xwe berdabû.
Jina DAIŞî dibêje, ew welatiya Amerîkî ye û belgeyên vî tiştî piştrast dikin jî ligel wê hene û gotiye: “Ez dixwazim vegerim, eger bixwazin jî bila 24 saetan di bin çavdêriyê de bim.”
Hêjayî gotinê ye, deshilatdariya Tirkiye ji bo vegerandina endam û malbatên DAIŞî gefan li welatên cîhanê dixwe û 8ê Mijdarê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû, ew ê roja Duşemê dest bi radestkirina DAIŞiyên biyanî ji bo welatên wan bikin.
Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî diyar kiribû ku di destê wan de 737 jê biyanî, 1149 DAIŞiyên girtî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin