PeyamaKurd – Li Îmaratê dibistanek û perestgeheke Cihûyan tê vekirin û kesayetekî olî yê Îsraîlê jî serdana wî welatî dike.
Çapemeniya Îsraîlê diyar kir, Xaxamê bilind ê Cihûyên Oldarê Rojhilatî Îshaq Yusif îro 19.12.2020ê serdana Îsraîlê dike û biryar e, bi hemahengiya Serokê Lobiya Cihûyan li Îmaratê Xaxam Lîvî Doxman re, dibistaneke olî ya Cihûyan û cîhekî zarokan, ango zarokxaneyekê jî li Dubaiyê vekin.
Xaxamê bilind, di derbarê serdana xwe de ji çapemeniya Îsraîlê re diar kiriye, ev serdan dîrokî ye, ku perestgeheke Cihûyan li bajarê Ebu Dabî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî ya Ereban dê veke.
Çavkaniyên Îsraîlê hejmara Cihûyên li Îmaratê, wek 3 hezar kes pênase dikin, ku piraniya wan bo karkirinê berê xwe dane wî welatî û piraniya wan li Dubaiyê û li Ebu Dabî ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin