Li Amsterdamê êrîşî dibistaneke Cihûyan hat kirin: Teqîneke giran pêk hat

Li Amsterdamê êrîşî dibistaneke Cihûyan hat kirin: Teqîneke giran pêk hat

PeyamaKurd - Li paytextê Holandayê, Amsterdamê, li dibistaneke Cihûyan teqînek pêk hat. Rayedaran ragihand ku zirar gihîştiye avahiya dibistanê, lê tu ziyanên canî çênebûne.

Şaredar: “Êrîşeke armanckirî ye”

Şaredara Amsterdamê, Femke Halsema, derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bawer dike ev teqîn “êrîşeke armanckirî ya li dijî civaka Cihûyan” e. Halsema ev kiryar şermezar kir û destnîşan kir ku ewlehiya saziyên civakî pêşîniya wan e.

Tîmên polîs û agirkujiyê piştî teqînê bi lez sewqî cihê bûyerê hatin kirin û rewş kontrol kirin. Hat ragihandin ku ji ber ku dibistan di dema teqînê de vala bû, tu kes birîndar nebûye, lê ziyaneke maddî ya berçav gihîştiye avahiyê.

Kujer di kamerayan de ye

Polîsên Amsterdamê ragihandin ku kesê ku teqemenî li ber dibistanê çandiye, di dîmenên kamerayên ewlehiyê de hatiye tomarkirin. Li ser bingeha van dîmenan lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin da ku gumanbar were girtin û armanca êrîşê bi temamî were zelalkirin.