PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi munasebeta 16 ê cotmehê ku salvegera îxaneta Kerkûkê ye, peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de got:
“16 Cotmehê di dîroka gelê me de rojeka tarî ye û di wê rojê de bû ku xiyaneta necamêrane, li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin. Ji ber destekî navxweyî, lîstokek bê wîjdanane li hember qedera gelê me hat kirin û ew axa ku bi xwîna hezaran xortên vî welatî hatibû parastin, di çarçoveya pîlanekê de kete bin dagîrkarî û wêrankariyê û herwiha sivikatî li nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê hat kirin.”
Barzanî behsa plana qirêj kir û ragihand ku milletê Kurd çendîn xwîna xwe bo vî welatî rêtiye û hêzên navxweyî îxanetê bi milletê Kurd re kirine. Behsa parastina navçeyên Kurdistanê yên ku di navbera Kurd û Ereban de arîşe li ser hene ku pêşmerge çawa parstine û şerê li dijî terorê kirine.
Peyama serok Barzanî weha dewam dike:
“Armanca şanzdê Cotmehê nehîştina statûya Herêma Kurdistanê û bê qîmetkirina mafên gelê Kurdistanê bû. Bi alîkarî û xiyaneta destê hundir, komployek gelek mezin li dijî gelê me hatibû danîn lê dema Pêşmerge biryara berpirsî û berxwedanê da, rewş hat guhertin û serbilindî ji gelê Kurdistanê re ma.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin