Nûnerên pekhateyan ji bo asayîkirina Kerkûkê bi çavdêriya NYyê li Bexdayê dicivin

Nûnerên pekhateyan ji bo asayîkirina Kerkûkê bi çavdêriya NYyê li Bexdayê dicivin

PeyamaKurd -  Gereke din a civînan bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî Kurd bo parêzgehê destpê dike. Îro nûnerên pêkhateyên Kerkûkê, li Bexdayê bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî dicivin. Biryar e roja 4 Îlonê jî nûnerê Fraksyona Brayetî ligel Ereb û Tirkmenên Kerkûkê bicivin.

Berpirsê Peywendiyên Melbenda 2 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew dixwazin pêkhateyên Ereb û Turkuman bi danana berbijêrê lîsta Brayetî bo Parêzgarê Kerkûkê razî bikin. Wişyar Ebdurehman got, gotûbêj di navbera pêkhateyan de bi çavdêriya NY bi başî birêve diçin û ew kar ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dikin.

‘GOTÛBÊJ DI NAVBERA PÊKHATEYAN DE LI BEXDAYÊ BI ÇAVDÊRIYA NY BI BAŞÎ BIRÊVE DIÇIN’

Wişyar Ebdurehman: “Em dixwazin razîbûna pêkhateyên Ereb û Turkmen bo danîna berbijêrê Lîsteya Birayetî bidest bixin. Gotûbêj di navbera pêkhateyan de li Bexdayê bi çavdêriya NY bi başî birêve diçe.”

Bi gotina wî rayedarê YNKê, pêkhateyên Kerkûkê kar bo asayîkirina rewşa wê parêzgehê dikin, bi awayekî ku hemû li ser razî bin.

Herçiqas ew dema 3 mehan e ku NY serpireştiya gotûbêj û danûstandinên di navbera pêkhateyan de dike, lê heta niha lihevnekirine. Berdevkê Encûmena Erebî daxwaza vegerandina baweriyê bo nav pêkhateyên Kerkûkê dike.

Berdevkê Encûmena Erebî ya li Kerkûkê, ragihand: “Amajeyên zêde bo rexnegirtinê li komîteyê yan li wî aliyê ku dixwaze navbênkariyê di navbera pêkhateyan de bike hene. Bi nerîna min ev proje zêde nêzîkî ku bê encam bi dawî bibe. Eger rêkeftinek mezin di vê demê de neyê kirin, bi nerîna min giringtirîn tişt ew e, ku bawerî di navbera pêkhateyan de çêbibe.”

‘HIKÛMETA KURDISTANÊ KOMÎTEYEK TAYBET BI GOTÛBÊJÊN LI GEL BEXDAYÊ PÊK ANIYE’

Ji bilî wê komîteya ku NY li gel pêkhateyan çavdêriya wê dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyek taybet bi gotûbêjên li gel Bexdayê pêk aniye.

Ew komîte taybet bi navçeyên maddeya 140 û li ser asta serkirdayetiya YNK, PDK û Fraksyona Birayetiyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin