Peymana sedsalê hat belavkirin: Dewleta Fîlîstînê tê avakirin

Peymana sedsalê hat belavkirin: Dewleta Fîlîstînê tê avakirin

PeyamaKurd- Rojnama Îsraîlê ya bi navê HaYom belegeyekî belav kir ku tê de  xalên “peymana sedsale” hene. Ev belge ji aliyê Amerîka de bo çareseriya mijara Îsraîl û Fîlîstînê hatiye amadekirin. Li gor vê planê wê artêşa dewletê tine be, sînorên wê ji aliyê Îsraîlê de bê parastin, payîtexta wê qismen wê Qudis be û li Şerîa Rojava û Şerîda Xezzayê, bi navê “Fîlîstîna Nû” be.

Rojname bi nêzîkayiya serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû tê nasîn. Ji dewletên Ereban, Erebistana Si’ûdî, Emarat û Misir destekê dide planê. Plan bi xwe ne fermiye. Xalên planê weha hatine diyarkirin:

1.Peyman dê di navbera FKÖ, Hams û Îsraîlê de bê îmzekirin. Jîngehên Îsraîlê yên Şerî’a Rojava ne di navde, lê li ser axa di derveyê wê de, li Şerîda Xezzayê dê “Fîlîstîna Nû” bê avakirin.

2.Quds wê di nava Fîlîstîn û Îsraîlê de nê parvekirin lê wê payîtexta her dû dewletan be. Erebên ku di Qudsê de dijîn wê bibin hemwelatiyên dewleta nû.

3.Belediya Qudsê wê bi Îsraîlê ve be û ji temamê Qudsê berpirs be. Dewleta nû wê perê avê û bacê bide belediyê. Dê îzna Yahûdiyan tine be ku xaniyên Ereban bikirin û Ereb jî dê nikaribin ji Yahûdiyan xanî bikirin. Wê sînorê Qudsê nê firehkirin û mekanên pîroz dê weka niha bimînin.

4-Misir wê bo balafirgeh, fabrika, sehayên bazirganî û zîraetê dikaribe bi kirê arazî bide dewleta nû. Lê wê Fîlîstînî nikaribin li ser axê bicîh bibin. Dê sînor û bihayê kirê paşî di navbera welatên ku destekê didin û dewleta Nû ya Fîlîstînê de bê tesbîtkirin.

5- Welatên ku destekê bidin avakirina “dewleta nû” bo bicîhanîna peymanê di serî de Amerîka, Yekîtiya Awrûpa û xwediyên hilberîna petrolê welatên Kendavê ne. Dewletên ku destekê didin bo dewleta nû û projeyan di nava 5 salan de, dê 30 mîlyar budçe bidin. Di vê çarçoveyê de Amerîka %20, YA %10, welatên Kendavê yê xwedî hilberîna petrolê %70 li gor aqara wan dê bê tesbîtkirin. Barê giran dikeve ser milên dewletên kendavê bi sedema ku herî zêde wê ew jê fêde bibînin.

6- Dê artêşa dewleta nû nebe lê di destê polîs de sîlihên sivik hebin. Dewleta nû wê ji aliyê Îsraîlê de bê parastin û bo bedela wê, dê peymanekî nû di navbera her dû dewletan dê bê îmzekirin.

7. Hamas wê sîlihên wan yên li Misrê yên taybet jî di nav de temamen berde. Heya dewletê bê avakirin, wê serokên Hamasê ji welatên kendavê mehaneyên xwe bistînin. Bi hilbijartinê, her hemwelatiyên dewleta nû, bi awayeka demokratîk karibe bibe namzed û dengên xwe bikarbînin. Îsraîl piştî hilbijartinê û avakirina hukumetê bi şûn de, di nava salekî de dest bi berdana girtiyên Fîlîstînê bike û di nav 3 salan de berdana wan biqedîne.

Di nava 5 salan de wê li Fîlîstînê balafirgeh bê avakirin. Heya wê demê wê yên Îsraîlê bên bikaranîn. Sînorên navbera her dû dewletan wê bo çûn û hatinê vekirî be.

Bo girêdana Xezzayê û Şerî’ayê bi bilindahiya 30 metreyî otoban bê çêkirin. Bo avakirinê wê Çîn %50, Koreya Başûr, Awûstralya, Kanada, Amerîka û YA yê %10 destekê bidin.

8- Wê Wadiya Urdunê (Gol a Lût) û dora wê Axwarê weka îro di destê Îsraîlê de be. Otoban wê 4 şerîd be. Dê otobana Îsraîlê bê firehkirin. Du şerîdên rê, wê bi Urdinê ve bê girêdan û derî bên vekirin. Derî wê di kontrola Fîlîstiniyan de bin.

9. Eger Hamas an FKÖ bo peymanê îtîrazê bike, wê Amerîka alîkariya xwe bi temamî ji Fîlîstînê bibire û hemû destekên din bo wan bên astengkirin. Hem wê serokên her dû tevgeran ji peymanê berpirs bên girtin.

Eger Îsraîl ji peymanê re îtîrazê bike, wê alîkariya maddî bo Îsraîlê bê birîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin