Serok Barzanî pêswazî li serokê esîra Semmer a Sûriyê kir

Serok Barzanî pêswazî li serokê esîra Semmer a Sûriyê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Serokê Hoza Şemmer li Sûriye Şêx Humêdî Deham Elhadî Şêx kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de piştî danûstandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye, her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û pêwendiya dêrîn a di navbera wan de, tekezî li ser bihêztirkirina pêwendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên din ên li Sûriye de û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî, bi dil ve behsa rewşa xerab ya Sûriye kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî ya giştgîr hebe ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku çend sal in li holê daye.

Her wiha Serok Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin