PeyamaKurd - Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li Hewlêrê civiyan. Her du şande jî tekezî li çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dikin.
Wezîrê Bazirganiyê ya Iraqê ku beşdarî civînê bûbû di konferanseke rojnamevanî de got: Her du hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêkan lihev kirin, lê beşek ji pirsgirêkan pêwîstiya wê bi dariştina yasayên nû hene.
Hevdem tê gotin, ji bo encamdana civîna bilind di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, Mesrûr Barzanî wek serokê kabîneya nû ya hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê di civînê de beşdar e.
Hewlêr û Bexda dixwazin binegeheke baş ji pêwendiyên xwe yên di dahatiyê de danin û şanda Kurdistanê jî baştirîn vekirina girêkên nakokiyan li gor madeyên destûrê dizane.
îro şandeke Hikûmeta Iraqê ku ji Wezîrê Darayî, Plandanan, Çandinî, Bazirganî û Pîşesazî û serokê çend deste û saziyên din bi serperiştiya Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Fuad Hisên ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin