Bo tenduristiyê Parêzgar, Wezîrên Navxwe û Tenduristiyê dicivin

Bo tenduristiyê Parêzgar, Wezîrên Navxwe û Tenduristiyê dicivin

PeyamaKurd - Li ser rewşa tenduristiyê û bergiriyên li hember vîrusa Koronayê ya Herêma Kurdistanê, Parêzgar,  Wezîrên Navxwe û Tenduristiyê dicivin.

Li gorî agahiyan, li ser rewşa tenduristiyê û bergiriyên li hember Koronayê îro wê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî û parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce bicivin.

Di civînê de wê rewşa dawî û bergiriyên nû bên axaftin. Herwiha biryar were dayîn, di derbarê qedexeya çûnhatinê di navbera parêzgehan de berdewam be yan na.

Ji biharê ve heta niha ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, çûnûhatin di navbera parêzgehên Kurdistanê de hatiye qedexekirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin