‘Vekisîn ji bo Kurdan derbeyek e, divê bi ti awayî neyên pistguhkirin’

‘Vekisîn ji bo Kurdan derbeyek e, divê bi ti awayî neyên pistguhkirin’

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan de Mistura li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got, wê bandora herî zêde li ser Kurdan bike û xizmetê ji bihêzbûna DAIŞê re bike.

Staffan De Mistura ragihand, vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê dê hebûna DAIŞê li Sûriyê û bi taybet li bakurê rojhilatê wî welatî bihêztir bike.

‘DIVÊ KURD BI TI AWAYÎ NEYÊN PIŞTGUHKIRIN’

De Mistura da zanîn ku heger çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re neyê dîtin, dê metirsiya vegera DAIŞê hebe û li ser rewşa Kurdan wiha got:

“Vekişandina leşkerên Amerîkayê ji bo Kurdên Sûriyê wekî derbeyekê ye. Ji ber ku Kurd li Sûriyê beşeke mezin a civakê ne, pêwîste bi ti awayî neyên piştguhkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin