PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) Beşar Emîn, ragihand ku hejmara niha ya nûnerên Kurdan li parlemena Sûriyeyê gelekî kêm e û ev rewş nayê qebûlkirin.
Emîn destnîşan kir ku nûnertiya gelê Kurd a li parlamenê divê li gorî hejmar û nifûsa wan a rastî ya li welêt be, ne ku tenê bi 2 an 3 endaman sînorbûyî bimîne.
Berpirsê PDKSê bal kişand ser rêjeya serjimêriya Kurdan a li Sûriyeyê ku derdora 20% e û tekez kir ku li gorî vê rêjeyê, mafê rewa yê Kurdan e ku herî kêm bi 40 parlamenteran di li Şamê werin temsîlkirin.
Emîn li ser proseyên siyasî û amadekariyên nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê jî diyar kir ku ji bo paşeroja welêt pêwîstî bi hevpariyeke giştgir û berfireh a tevaya pêkhateyan heye daku mafên wekhev ên her kesî bi qanûnan werin parastin.
Emîn banga xurtkirina peywendiyan kir û destnîşan kir ku qonaxa niha qonaxa hemahengiyê ye; lewma divê têkiliyên Kurdan li gel Ermen, Suryan, Tirkmen û Ereban di asta herî baş de bin daku bi hişmendiyeke hevpar û di bin sîwana tifaqeke niştimanî de kar li ser avakirina pêşeroja Sûriyeyê bikin.