Paşînyan: Divê Ermenistan û Azerbaycan axa xwe bi hev re biguherînin

Paşînyan: Divê Ermenistan û Azerbaycan axa xwe bi hev re biguherînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan derbarê çarçoveya peymana aştiyê ya ligel Azerbaycanê de daxuyanî û got, divê diyarkirina sînoran li ser bingeha Danezana Alma Atayê bê kirin.

Paşînyan diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka enklav û eksklavan, divê li ser heman mezinahiyê di navbera her du welatan de pevguhertina axê were kirin û rûbera Ermenistanê wekî 29 hezar û 743 kîlometre çarçik bê parastin.

Paşînyan bal kişand ser vekirina xetên veguhastinê yên li herêmê û diyar kir ku ev pêvajo di çarçoveya projeya TRIPPê de dikare bê birêvebirin.

Serokwezîrê Ermenistanê da zanîn ku piştî hevdîtinên li Turkmenistanê yên ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyew, derfetekê bo pêkanîna vê aştiyê dibîne û tekez kir ku ew ê ji bo veguherandina vê derfetê bo rastiyê bixebitin.