PeyamaKurd- Rêvebiriya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) îro biryarekî belav kir û di biryara xwe de got ku wan wext daye rejîma Esed da di nav 90 rojan de, ew sîlihên kîmyewî ku di destê rejîmê de ne, bi ciyên wan û bi miqdarê wan ve bo rêxistinê bidin zanîn.
Di biryara OPCW ê ku sitendibû de, behsa rapora sala 2017an ya di 24-30 ê adarê de, rejîma Esed di êrîşên ser Latamne de xaza sarîn û kolor bikaranîbû dike û lewra miqdarên çekên kîmyewî û ciyên wan ji rejîmê dixwaze. Li ser biryarê rêxistin weha got:
“Madem êrîşên çekên kîmyewî hatine kirin, ev tê vateya ku dezgeyên hilberîna çekên kîmyewî nehatine îmhakirin.”
Di biryarê de her weha tê gotin ku divê lêpirsîna êrîşên kîmyewî yên ser Latamneyê bêkirin û ji berpirsan hesab bêpirsîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin