OPEC: Ji bo endamtiyê, bi 4 welatan re dan û stendin tên kirin

OPEC: Ji bo endamtiyê, bi 4 welatan re dan û stendin tên kirin

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) Heytham El-Xeys diyar kir ku ji bo tevlî OPECê bibin, bi 4 welatan re hevdîtinên şêwirê hatine kirin.

Heytham El-Xeys, ji ajansa nîvfermî ya Îmaratê re axivî û da zanîn ku niha Azerbaycan, Malezya, Brunei û Meksîkî bi OPECê re hevdîtin kirine û destnîşan kir ku ev yek dê hêza OPECê zêde bike û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir:

"Şêwirmendiya bi welatên nû yên ku ne endamên OPECê ne, dibe sedema hevgirtin û bihêzkirina rêxistinê. OPEC endamtiya hejmareke diyar ji welatan nake armanc, ew ​​welatên xwedî heman meyla stratejiyê, wekî xwe di parastina bazarên petrolê de armanc dike."

Xeys diyar kir ku 4 welatên ku şêwirmendî lê hatine kirin, ji sala 2017an bi vir ve bi OPECê re piştgirîyê didin wan û destnîşan kir ku armanca van hemû welatan "îstiqrara bazarên petrolê" ye.

OPEC niha ji 13 welatên endam pêk tê û mezintirîn berhemhênerê di nav wan de Erebistana Siûdî ye ku bi şiyana berhemanîna 11 milyon bermîlan di rojê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin