PeyamaKurd – Li Endonezyayê li Girava Sumatra otobus û tankêrekî li hev ketin û di encamê de 16 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn. Qeza bû sedem ku agir bi otobusê bikeve û rêwî tê de asê bimînin.
Li gor ajansa The Straits Timesê; qeza li Başûrê giravê li devera North Musi Rawas li ser rêya Trans-Sumatra çêbûye.
Rayedarê dezga afetê ya cîh ragihand ku otobus ji bajarê Lubuklinggau ber bi bajarê Jambi de diçû, bi sedema qeza dijwar bû, rêwî di nav otobusê de asê mane û agir bi otobusê ketiye. Lewra jimara miriyan zêde ye.