PeyamaKurd – Li bajarê Adanayê li navça Ceyhanê li taxa Sarıhuğlarê li kolana Kırıboyu, otomobil ji kontrola ajotvan derket û otomobil ket kanala avê. Ajotvan Mustafa T. (44) li ciyê bûyerê can da.
Li ser qezayê tîmên AFAD, îtfaiye, polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Îtfaiye Mustafa T. ji otomobîla nav kanalê derxist û dema tîmên tenduristiyê kontrol kirin, dîtin ku can daye.
Cenazê ajotvan ji bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî ya bajarê Adanayê.