Pakistanê li Belûcistanê 18 kesan kuşt û xelk li temamê bajaran dukkanan û rêyan girt

Pakistanê li Belûcistanê 18 kesan kuşt û xelk li temamê bajaran dukkanan û rêyan girt

PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê ragihand ku li eyaleta Belûcistanê êrîşê Talîbana Pakistanê (TTP) kiriye û 18 kesan jê kuştiye.

Êrîş, li Belûcistanê li herêma Surabê qewimiye. Çapemeniya cîh ragihandiye ku ne tenê 18 kes lê di nava wan de jin û zarok hene û bi temamî 28 kes jiyana xwe jidest dane.

Beşa têkiliya bi gel ya artêşa Pakistanê (ISPR) di ser hesabê xwe yê Xê de di derbarê tevgerên TTPê de agahiyan daye û gotiye ku li navçeyekî Belûcistanê teqemeniyên aîdê militanan teqiyane, ji bilî 8 militanan 3 sîvîl jî jiyana xwe ji dest dane.

Artêşê gotiye ku operasyonan kirine ser berpirsê militanan û 10 militan hatine kuştin. Di her dû operasyonan de 18 militan hatine kuştin û 2 esker jî jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê dinê balafirên şer yên artêşa Pakistanê di 12ê Tebaxê de seet di 02.00an de êrîşê Belucistanê, herêma Sûrabê gundê Gundan kirine. Çavkaniyên cîh ragihandine ku 28 heb sîvîl mirine û gelek kes birîndar bûne. Her weha di nav kuştiyan de 9 zarok, 7 jin û 12 zilam hene.

Komîta Yekîtiya Belûcistanê (BYC) bang kiriye ku li seranserê eyaletê kargeh û dukkanan bigrin û çûn û hatinê rawestînin.

Piştî banga BYCê li bajarên Belûcistanê li Turbet, Ketta, Huzdar, Mastungu, Noşki, Surab û Karatê û gelek bajaren din jiyana rojane rawestiyaye û rêyên di bajaran de derbas dibin, ji bo trafîkê girtine. BYC got:

“Bombe ketine ser gundan, di nav miriyan de jin extiyar û zarok hene û ev ne tenê endacma operasyona leşkeriye. Ev îhlala mafê ku divê herkes bi xwediyê wê be. Li Belûcistanê jiyan bûye dojeh. Bombebaranên hewayî, wendakirina mirovan, şiddeta leşkerî ya bê kontrol û herkes di jiyana rojane de bi mirinê re di nav bazarê de ye.

Malbat qet nizanin wê heya sibê di mala xwe de bijîn an nejîn, wê zarokên wan dagerin malên xwe an danegerin û nizanin bê ew êşa ku dikşînin dê qebûl bibe an nebe.”

Li Pakistanê êrîşên çekdarî bi taybet li ser sînor li eyaletên Hayber Pahtunhva (Peştû) û Belucistanê (Belûc) her diçe zêdetir dibin.

Li her dû eyaletan grûbên çekdar hene ku parastina mafên milletê xwe dikin ku ew jî Peştû û Belûcî ne. Êrîşê hêzên ewlehiya Pakistanê û hevkarên wê dikin.

Pakistan dibêje ku Talîbana Pakistanê baregehên xwe li Afganistanê danîne û êrîşan ji wê derê îdare dike lê Afganistan vêya red dike.

Li Belûcistanê Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) heye û êrîşên wan yên ser artêşa Pakistanê hene. BLA, dixwaze Belûcistan ji Pakistanê veqete û xelkê Belûc bibe dewletekî serbixwe.

Di 5 salan berê daîma Tirkiye, Îran, Pakistan û Îran di navbera xwe de pemanan çêdikirin û eger Kurd, Belûc, Peştû an kêmneteweyên din li van welatan li hemberê dewletekî serî rake, dê her 4 dewlet bi hevre li serhildêran bixin. Pakta CENTO, Sadabadê, Bexda mînakên wan in.

Niha jî dema li Pakistanê civînan dikin, Iraq ne din ava wan de bazara wan berya şerê Îran û Amerîkayê Kurd, Peştû û Belûc in.