PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê piştî demeke rawestandina hemû civînên xwe ji ber vîrusa koronayê ji nû ve tê vekirin û dest bi civînên xwe dike.
Emîndarê giştî yê Parlamentoya Iraqê Sîrwan Sîrînî bi daxuyaniyekê ragihand, roja 05.09.2020ê Parlamentoya Iraqê dest bi karên xwe yên asayî dike.
Sîrwan Sîrînî got, roja şemiyê li demjimêr 13:00ê piştî nîvro yekem rûniştina demsala yasadanana yek a sala yasadanana sêyem a dema çarem a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê birêve biçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin