PeyamaKurd - Parlamentoya Ukraynayê, 2 projeyasayên derbarê qedexekirina mûzîk û pirtûkê wêjeya rûsî de, di dengdanê de pesend kir.
Çend roj berê projeyasayên ji bo hemwelatiyên rûsî yên li Ukraynayê ku piştî salên 1990î ango piştî hilweşîna Sovyetê welatîbûn wergirtine bo parlamentoya Ukraynayê hatibûn pêşkeşkirin ku daxwaza qedexekirina mûzîk û pirtûkên rûsî yên wan heyaman hatibû kirin.
Her du projeyasayên hatibûn pêşkeşkirin, ji nav 450 parlamenteran bi dengên ‘belê’ yên 303 parlamenteran hatin pesendkirin.
Li gorî yasayê mûzîk û wêjeya rûsî ya ji hêla hemwelatiyên rûsî yên li Ukraynayê ve hatiye weşandin tê qedexekirin û herwiha kesên ku dev ji pasaporta Rûsyayê bernedin û rûsên ku nebûne hemwelatiyên Ukraynayê, destûr ji wan re nayê dayîn ku ti pirtûkan çap bikin.
Di projeyasayên hatine qebûlkirin de, sînordarkirina muzîka rûsî li televîzyon, radyo, cihên giştî, otêl, xwaringeh, dibistan û sînemayan cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin