PeyamaKurd- Beriya hilbijartinên ku dê li Swêdê bên kirin, ji aliyê ji aliyê Partiya Çep û Partiya Kesk ve nerazîbûn hatin nîşandan û hat ragihandin ku ew bi fikar in Swêd beriya hilbijartinan, serî li ber daxwazên Tirkiyeyê deyne.
Li Swêdê, di 11ê Îlonê de ango çend rojên din, hilbijartin tên kirin û beriya hilbijartinan, partiyên din ên di parlamentoya Swêdê de cih digirin, daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe yên li dijî partiya desthilat a Demokratên Civakî ku peymanê ligel Tirkiyeyê destnîşan kiribû, anîn zimên.
Yek ji berdevkên Partiya Çep Hanna Gunnarsson bi ku sembolên PKKê foto kişandibû û ev yek ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve rastî bertekan hatibû, beriya hilbijartinan daxuyanî da.
Hanna Gunnarsson di daxuyaniya xwe de got, “Em bi fikar in ku hikûmet bi hêsanî serê xwe li ber daxwazên Tirkiyeyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan deyne.”
Daxuyaniyeke bi vî rengî, ji aliyê Partiya Kesk ve jî hat dayîn. Maria Ferm a ji partiyê got ku “Divê Erdogan, Swêdê bi rê ve nebe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin