PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PE) yên ku baskê Yekîtiya Ewropayê yê Komîsyona Meclîsê ya Hevbeş a Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê pêk tînin, diyar kir ku Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinan ew venexwendine.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Parlamentoya Ewropayê, hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina serdema 28an a Parlamenteriyê ya ku dê di 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên kirin, nîqaş kirin.
Hat zanîn ku Hevserokê Komîsyona Hevbeş a Meclîsê ya Tirkiye û YE Sergey Lagodinsky ku dest bi civînê kir, bi bîr xist ku piştî erdheja 6ê Sibatê li Tirkiyeyê çêbû, cara ewil ew hatin cem hev û YEyê ji bo alîkariyê konferansa alîkariyê li dar xist.
Lagodinsky destnîşan kir ku hilbijartinên ku li Tirkiyeyê bên kirin, xwedî wateyeke dîrokî ye û rastî 100emîn salvegera avakirina Komarê tê û diyar kir ku ew ê ji Parlamentoya Ewropayê çavdêran neşînin van hilbijartinan.
Lagodinsky sedem wisa diyar kir ku Tirkiyeyê ji PEyê çavdêrên hilbijartinê venexwendiye û got ku ew ji vê biryarê xemgîn in û diyar kir ku Tirkiye, tekane welatê namzedê Yekîtiya Ewropayê ye ku ji PEyê çavdêran venaxwîne.
Nûnerê Daîmî yê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi jî di dayîna agahiyan a di derbarê hilbijartinan de diyar kir ku li welêt, rêz li encamên hilbijartinan nayên girtin û dê vê carê jî wiha be.
Kaymakçi got ku kevneşopiyeke dûvdirêj a Tirkiyeyê ya hilbijartinan heye û ji bo hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin, ji Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê û Civata Ewropayê çavdêr hatine vexwendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin