Pentagon: Cebilxaneya atomî ya Rûsyayê ji bo pêserojê gef e!

Pentagon: Cebilxaneya atomî ya Rûsyayê ji bo pêserojê gef e!

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin derbarê cebilxaneyên Rûsyayê yên nukleerî de got ku cebilxaneya atomî ya rûsî ji bo Amerîkayê hem niha hem jî di dahatûyê de gefek e.

Austin li Encûmena Nûnerên Amerîkayê di civîna derbarê pêdawistiyên berevaniyê yên Amerîkayê de, gotarek pêşkeş kir û tê de behsa cebilxaneya nukleerî ya Rûsyayê jî kir.

Wezîrê Amerîkî got: "Cebilxaneya nukleerî ya Rûsyayê hem niha hem jî dahatûyê ji bo Amerîkayê gef e û dê zehmetiyên cidî ji me re derxe. Hêza me ya nukleerî hîn jî stûna bingehîn a berevaniya me ya netewî ye."

Lê belê Austin di axaftina xwe de destnîşan kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn niha plana êrîşeke dijî ti endameke NATOyê nake.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin