Pentagon jimara leşkerên xwe yên Rojhilata Navîn aşkera kir

Pentagon jimara leşkerên xwe yên Rojhilata Navîn aşkera kir

Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku li gor sala borî, jimara leÅŸker û sîvîlên ku li Rojhilata Navîn hene, 14 hezar lê zêde bûne. Jimar gihaye 54 hezar û 180 yî. Jimara personelên li Tirkiyê, derketiye 2 hezar û 265an.

Li gor rêjeya navenda Pentagonê, di meha gulanê de, 50 hezar û 517 kes bûn lê ev jimar di meha êlûnê de derketiye 54 hezar û 180 yî.

Di raporê de hat gotin ku jimara personelan li Qatar, Bahreyn, Sûriye, Kuweyt û Tirkiyê zêdetir bûne. Li Sûriyê 723 personel dixebitin. Li Iraqê 9 hezar û 122 personel dixebitin.

Li Tirkiyê 2 hezar û 265 personel dixebitin. Li Kuweytê 16 hezar û 592 personel, li Qatarê  6 hezar û 671 personel, li Emarata 4 hezar û 240 personel dixebitin. Ev jimar li Bahreynê  9 hezar û 335 personel in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin