PeyamaKurd-Wezareta Berevaniya Amerîkayê, bi rêya daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku piraniya obusên Amerîkayê şandibûn, gihîştine Ukraynayê. Di daxuyaniyê de gefa Rûsyayê ya bikaranîna nukleerê jî hat nirxandin û ev gef wekî ‘Gotineke bêberpirsiyarî’ hat pênasekirin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby, di daxuyaniya rojane ya çapemeniyê de şerê navbera Rûsya û Ukraynayê nirxand. Kirby da zanîn ku obusên hatibûn şandin, bi piranî gihîştine Ukraynayê û ji bilî obusan, mermiyeke topê ya 190 hezar û 155 milimetreyî jî gihîştiye Ukraynayê. Kirby bal kişand ser helwesta Rûsyayê ya li ser gefa çekên nukleerê û got ku ‘Gotina bersivdayîna bi çekên nukleerê, gotineke bêberpirsiyarî ye. Kesek naxwaze ku ev şer ji rewşa heyî zêdetir û aloztir bibe. Divê bi tu awayî, tu kes vî şerî ber bi qada nukleerê ve nebe.’
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku perwerdehiya ku ew didin Artêşa Ukraynayê jî didomînin û perwerdehiya 50 perwerdekaran vê hefteyê hat tekûzkirin. Kirby da zanîn ku niha ew ji bo perwerdehiya koma duyemîn amadekariyan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin