PeyamaKurd - Çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê îro 18ê Gulanê ji ajansa nûçeyan a "Tasnîm"ê re eşkere kiriye ku aliyê Amerîkayî, berevajî helwestên xwe yên berê, di teksta nû ya pêşniyaran de vebijarka "rawestandina demkî" yan "lêborînê" ji cezayên li ser sektora petrolê ya Îranê qebûl kiriye.
Li gorî nûçeyê, Nivîsîngeha Kontrolkirina Darayiyên Biyanî ya Amerîkayê (OFAC) pêşniyar kiriye ku ev ceza bi awayekî demkî tenê di dema birêveçûna qonaxên danûstandinan de werin cemidandin ta ku herdû alî digihîjin lihevkirina dawiyê.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngav wekî bizaveke nû ya dîplomatîk ji bo şikandina kilîta peymana navokî tê nirxandin.
Tevî vê nermbûna aliyê Amerîkayî, Tehranê helwesta xwe ya hişk parast û ragihand ku ew bijardeya rawestandina demkî qebûl nakin. Îran tekez dike ku divê "hilweşandina bi yekcarî û giştgir" a hemû cezayên aborî wekî pabendiyeke fermî û herdemî ya Amerîkayê di lihevkirinê de were misogerkirin daku garantî ji bo aboriya wan çêbibe.