Pêsnûmaya DYA ya ji NY re Îsraîlê hêrs kir

Pêsnûmaya DYA ya ji NY re Îsraîlê hêrs kir

PeyamaKurd - Pêşnûmaya ku wê DYA di demeke nêz de pêşkêşî KENYê bike, hikûmeta Netanyahu hêrs kir

Îsraîl tevî ku hişyariyên navneteweyî û herêmî zêde bûne jî di dagirkirina Refahê de bi rik e.

Jêderên siyasî yên nêzîkî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar dikin ku ji ber cara yekem e ku bi awayekî aşkere jê tê daxwazkirin ku “bi demildestî li Xezzeyê agirbesta mayînde ragihîne” Netanyahu ji naveroka pêşnûmaya biryarnameya ku tê çaverêkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di demek nêzîk de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bike, bi hêrs û dilgiran bûye.

Jêderan diyar kirin ku ew ji naveroka 'tund' a pêşnûmaya biryara DYAyê ya li dijî hikûmeta Netanyahu matmayî mane.

Li gorî van jêderan, rayedarên Îsraîlî yên ku pêşnûmayê nirxandibûn, dîtin ku pêşnûma bi zimanekî tund li dijî dagirkirina Refahê hatiye nivîsandin, daxwaza bi awayekî demildest û mayînde rawestandina şer û pevçûnên li Xezzeyê hatiye kirin û hişyarî hatiye dayîn ku dagirkirin wê bibe sedema şer û ziyanê bide sivîlan.

Rayedarên Îsraîlî diyar kirin ku pêşnûmaya biryarê ya DYA, di derbarê nêzîkahiya DYA ya ji Îsraîlê re ji destpêka şer vir ve li dijî polîtîkaya Îsraîl nimûneyeke bê mînak e.

Di derbarê mijarê de Rojnameya Maariv a ku navenda wê li Îsraîlê ye ragihand ku rayedarên DYAyê ji Îsraîlê re ragihandine ku ew ê tu guhertinan di pêşnûmayê de nekin û ji bo dengdanê, ew ê di demek herî kurt de pêşkêşî KENYyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin