PeyamaKurd – Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro, di bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump de li ser hedefgirtina Kolombiyayê û Venezuelayê ji ber bazirganiya narkotîkê, got, "Êrîşek li ser serweriya me ragihandina şer e."
Di postekê de li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X a li Amerîkayê, Petro li ser daxuyaniya Trump şîrove kir ku ew bi biryar in ku bi her awayî li dijî narkotîkan şer bikin, ku ew îdîa dike ku ji welatên mîna Venezuela û Kolombiyayê digihîjin axa Amerîkayê.
Serok Petro, Trump vexwend welatê xwe û got:
"Ez we vedixwînim ku hûn beşdarî neh wêrankirinên laboratuwaran bibin ku em her roj pêk tînin, da ku hûn bibînin ka em çawa rê li ber gihîştina kokainê bo Amerîkayê digirin. Di dema wezîfeya min de, min bêyî karanîna mûşekan 18,400 laboratuwar wêran kirin. Bila ez nîşanî we bidim ka her 40 hûrdeman carekê laboratuwarek çawa tê wêrankirin."
Petro, ku ji Trump xwest ku li ser serweriya Kolombiyayê "gefan nexwe", wiha got:
"Ji ber ku hûn ê Jaguar şiyar bikin. Êrîşek li ser serweriya me ragihandina şer e. Zerarê nedin têkiliyên dîplomatîk ên 200 salî. Te berê min tohmetbar kir; di vê rêyê de berdewam neke. Kolombiya ew welat e ku herî zêde kiriye da ku rê li ber vexwarina bi hezaran ton kokainê ji hêla Amerîkiyan ve bigire."