PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku ew ligel Rêberê Nû yê Îranê Mucteba Xamaney re hevdîtineke taybet a nêzîkî du saet û nîvan pêk aniye ku ji roja hatiye ser kar ve ti dîmenek nedaye. Pezeşkiyan got ku hevdîtin gelekî samîmî derbas bûye.
Pezeşkiyan di serdana xwe ya Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê de bal kişand ser bandorên aborî yên êrîşên dawî yên Amerîka û Îsraîlê û destnîşan kir ku heke hevkariya esnafan nebûya, parastina îstîqrara bazarê di bin zextên giran de ne pêkan bû.
Serokomarê Îranê herwiha diyar kir ku hikûmet amade ye beşek ji erkên xwe yên rêveberiyê bide yekîtiyên pîşeyî û saziyên gel, bi şertê ku berpirsiyariyê bigrin ser milên xwe.
‘Mirovan bi hêsanî bi sîxurî û xiyanetê sûcdar nekin’
Di çarçoveya banga yekrêziya neteweyî de, Pezeşkiyan hişyarî da ku divê ji ber cudahiya ramanên piçûk di nav civakê de perçebûn neyê afirandin û mirovan bi hêsanî bi "xiyanet û sîxuriyê" sûcdar nekin.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de jî dadweriya Îranê hejmarek welatî bi tawanên xiyanet û sîxuriyê îdam kirin ku tenê beşdarî protestoyan bûbûn.