Pezeşkiyan û Pûtîn li Tirkmenistanê civiyan

Pezeşkiyan û Pûtîn li Tirkmenistanê civiyan

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn êvara pêncşemê li Tirkmenistanê hatin cem hev.

Di hevdîtinê de pêşveçûnên di têkiliyên dualî de hatin nirxandin û li ser xurtkirina hevkariya aborî û stratejîk a di warên enerjî, çandinî, veguhestin û bazirganiyê de sekinîn.

Serokan destnîşan kir ku divê pêvajoya temamkirina projeyên hevbeş were lezkirin û biryardariya xwe ya ji bo berfirehkirina hevkariya berfireh li gorî berjewendiyên neteweyî û aramiya herêmê dubare kirin.

Pezeşkiyan ji bo beşdarbûna Lûtkeya DYAê û lûtkeya jîngehê ya Deryaya Qezwînê çûbû Tirkmenistanê.