PeyamaKurd – Di 7-8ê Temmûzê de ji ber li Ankara civîna NATOyê çêdibe parêzgeha Ankara her roj hinek tedbîran zêde dike da di civînê de rûdanekî xerab neqewime.
Li gor biryara îro; wê di 5ê Temmûza 2026an de seet ji 16.00an û pê de heya roja 10ê Temmûzê seet 10.00an tankerên petrolê, mîxserên betonê û erebeyên tonajên wan giran dê nikaribin herin nav bajarê Ankara.
Parêzgehê ji bo erebeyên xidayê hinek guzergahên din tesbît kir. Herkes dikare agahiyê ji daxwuyaniya parêzgehê hîn bibe. Ji bo erebeyên ku derman hildigrin an ji bo erebeyên ku malzemeyên tê de zû xerab dibin, guzergahehên din tesbît kirine.
Biryar her weha ji bo motorsiklet û motorkuryeyan jî heya roja diyarkirî divê bicîh were.