Prigojin: Em gihîstin armanca xwe

Prigojin: Em gihîstin armanca xwe

PeyamaKurd- Serokê Kompaniya Ewlekariya Rusî ya Wagnerê Yevgeny Prigojin ragihand ku serhildana çekdarî ya ku wan hefteya borî li dijî rêveberiya Rusyayê organîze kiribû, gihîşt armanca xwe.

Yevgeniy Prigojin di peyama xwe ya dengî ya ku li ser hesabê xwe yên medyaya civakî parve kir de di derbarê serhildana çekdarî ya meha borî ya li dijî rêveberiya Rusyayê de daxuyanî da.

Prigojin di peyama xwe de diyar kir ku ji her demê zêdetir pêdiviya wan bi piştgiriya gel heye û axaftina xwe bi vî awayî dewam kir:

“Meşa me ya edaletê, li dijî xayinan û komkirina civakê bû armanc. Ez difikirim ku me bi piranî ew bi dest xist. Ez bawer dikim hûn ê di demeke nêzîk de serkeftinên me yên nû li eniyê bibînin." 

Di nivîseke li ser kanaleke Telegramê ya ku wekî hesabê fermî yê Wagnerê yê medyaya civakî tê zanîn de hat destnîşankirin ku "Navenda peydakirina balafirên şer ên herêmî yên Wagnerê, ji ber beşdarnebûna demkî ya Wagnerê di operasyona leşkerî ya taybet de û veguhestina wî ya ji bo Belarusê, ji bo mehekê hatine rawestandin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin