PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowayê piştî pîrozbahiyên 9ê Gulanê "Roja Serkeftinê", di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku şerê li Ukraynayê ber bi dawiyê ve diçe û bal kişand ser hewlên dîplomatîk û astengiyên welatên Rojava.
Putin ragihand ku ji bo pîrozbahiyên Roja Serkeftinê, wan bi rêya welatên wekî Çîn, Hindistan û heta Amerîkayê re têkilî danîne daku agirbestek were pêkanîn. Pûtîn hişyarî da ku heke Ukraynayê êrîşî merasîma li Meydana Sor bikira, wan ê bi mûşekan navenda Kîevê bi giranî hedef bigirta.
Putin got: "Me ji aliyê Amerîkayê re ragihand ku di dema êrîşekê de em ê bersivê bidin."
Putin anî ziman ku li ser pêşniyara Donald Trump a ji bo guhertina 1000 dîlên şer, wan lîsteya 500 esîrên Ukraynayî amade kiriye, lê aliyê Kîevê piştî demekê ragihandiye ku ew ji bo vê guhertinê ne amade ne. Herwiha Putin qala sala 2022yan û hevdîtinên Stenbolê kir û got: "Macron li min geriya û got ku Ukrayna di bin sîbera çekan de belgeyan îmze nake. Ji min xwest ku ez leşkeran ji derdora Kîevê vekişînim, me jî vekişand; lê piştî wê Rojava çek dan Ukraynayê û şer gur kirin."
Derbarê rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de, Putin hişyarî da ku gurkirina şer dê zirarê bide her kesî û eşkere kir ku berê li ser veguhastina uranyuma Îranê ya ji bo Rûsyayê lihevkirinek hebû û Amerîka û Îsraîlê jî ev qebûl kiribû, lê piştî ku Amerîkayê daxwaz kir ku uranyum tenê biçe axa wan, Îranê jî helwesta xwe tund kir û dev ji lihevkirinê berda.
Putin diyar kir ku peywendiyên wan hem bi Îranê re û hem jî bi welatên Kendavê re baş in û ev krîz wan di rewşeke dijwar de dihêle.