PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermanek îmze kir ku hejmara personelên artêşa Rûsyayê zêde dike û digihîne 2,426,130 kesan.
Li gorî fermana ku di Sîstema Agahdariya Hiqûqî ya Dewleta Rûsyayê de hatiye weşandin, hejmara personelên di Hêzên Çekdar ên Rûsyayê de wekî 2,426,130 hatiye destnîşankirin, ku di nav wan de 1,535,000 leşker hene.
Ferman wê di 1ê Tebaxê de bikeve meriyetê.
Bi vî awayî, hejmara personelên di artêşa Rûsyayê de bi tevahî 27,000 kes zêde bûye, ku di nav wan de 25,000 leşker hene.