PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li St. Petersburgê di çêkirina du keştiyên noqavê de axifî û behsa sanayiya çêkirina keştiyan kir. Putin di merasimê de got ku ew hêviya pêşdebirina projeyên çêkirina keştiyan dike û dixwaze di wextê de keştî bên çêkirin. Keştî bo parastina maf û sînorên avên Rûsyayê girîng e. Putin balê kirşand ser pêdiviya xurtbûna filoya deryayî û weha got:
“Ji sala 2012an heya niha, di ser 80 heb keştiyên noqavê ku di nava wan de 3 heb keştiyên noqavê yên stratejîk hene, tevlî filoya Rûsya ya deryayî bûne. Em ê li ser sanayiya keştiyan û pêşdebirina kadroyan û potansiyela teknolojiya zanistî her berdewam bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin