PeyamaKurd- Piştî şerê Rusyayê yê li dijî Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribû û dewam dike, di vê çarçoveya şer de ji aliyê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ve di qada berevaniyê de biryara guherîna erkê ya 2 rayedarên girîng hat dayîn.
Piştî destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê, yek ji rayedarên ku herî zêde derdiket ser ekranan û ligel Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov dihat dîtin ê bi navê Mihail Mizintsev; derbasî erka Alîkariya Wezîrê Berevaniyê yê Rusyayê hat kirin.
Hat ragihandin ku Alîkarê Berê yê Wezîrê Berevaniya Rusyayê yê berpirsê lojîstîkê Dmitriy Bulgakov ê ku bi fermana Vladimir Putin ji erkê hat xistin, dê di peywireke din de were erkdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin