PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin fermanek îmze kir ku hinardekirina zêr sînordar dike, û destûr dide hinardekirina zêdetirî 100 gram zêrê safîkirî ji hin bajaran bi destûra fermî ya darxaneya Rûsyayê.
Serok Putin sînorkirin li ser hinardekirina zêr danî.
Fermana ku ji hêla Putin ve hatî îmzekirin, hinardekirina zêdetirî 100 gram zêrê ji Rûsyayê bo welatên din qedexe dike.
Kes an saziyên qanûnî tenê dikarin ji 100 gram zêrê zêdetir bi destûra fermî ya darxaneya Rûsyayê bi rêya balafirgehên li paytext Moskow û Vladivostok, nêzîkî sînorê Çînê, hinarde bikin.
Li gorî fermana ku hatî weşandin, sînorkirinên li ser hinardekirina zêrê safîkirî wê di 1ê Gulanê de dest pê bikin.