PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Kremlînê hat ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê axivîne û ji bo ewlehiya santrala nukleerî ya Zaporijyayê, banga rawestandina bombardûmanê kiriye.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku ji bo ewlehiya NGSê ya Zaporijyayê, rêberên Fransa û Rusyayê peyameke hevpar dane ku êrîş û bombardûmana li Zaporijyayê raweste.
Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku daxwaza axaftina bi telefonê, ji aliyê Macron ve çêbûye û di vê axaftinê de Macron û Putin hem li ser pêvajoya şerê Rusya û Ukraynayê, hem jî rewşa ewlehiya Zaporijyayê guftûgo kiriye.
Hat diyarkirin ku Putin ji Macron re gotiye ku ji aliyê Ukraynayê ve bi awayekî berdewamî êrîş li tesîsên NGSê yên Zaporijyayê tên kirin û hatiye ragihandin ku aliyê Rus, bal kişandiye ser van êrîşên pergalkirî û di hegera encama van êrîşan de ji bo xetereyên ku rû bidin, hişyar kiriye.
Her wiha hat gotin ku “Serokê Dewleta Rusyayê, bergirên ku ji aliyê pisporên Rus ve li Zaporijyayê hatine danîn ragihandine û ji bo ku êrîş û bombardûmanên li dijî santralê bên rawestandin, daye zanîn ku divê rayedarên Kievê bên hişyarkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku rêberên Fransa û Rusyayê, dane zanîn ku ew ji bo hewilên xebatên Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya li ser rewşa derdora NGSa Zaporijyayê amade ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin